Li Elezîzê erdhej çêbû

Li Elezîzê erdhej çêbû

PeyamaKurd — Li Sivrîceya navçeya Elezîzê bi lerza 4an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat dayîn, li Elezîz Sivrice di saet 23.57an da bi lerza 4an erdhejek pêk hat.

Erdhej 8,77 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Waliyê Elezîzê Omer Toraman di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Demildest sax bibin. Ekîbên me li qadê lêkolînan dikin. Heta niha tu xebereke neyînî tune."