Li Herêma Kurdistanê ji serê salê heta niha 22 karker di qezayên kar de mirine

Li Herêma Kurdistanê ji serê salê heta niha 22 karker di qezayên kar de mirine

PeyamaKurd - Karkerê ji Rojava yê ku li Silêmaniyê di înşaata avahiyek apartmanan a ku dihat çêkirin de dixebitî, ji qata 17an ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên ku ji serê salê vir ve di qezayên kar de mirin derket 22yan.

Bûyer îro danê sibê (04.05.2024) qewimî. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku karker miriye.

Li gor zanyariyên ku gihîştine peyamnêrê K24ê, termê wî karkerî ji bo Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin.

Di 31ê Adarê de li Taxa Qulereisî ya Silêmaniyê 2 karkerên Sûriyeyî ji qata 20an a avahiyeke ku dihat avakirin jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî daneyên Sendîkaya Karkeran li Herêma Kurdistanê ji serê salê heta niha 22 karker di qezayên kar de mirine.

Sala borî zêdetirî 40 karkeran li Herêma Kurdistanê ji ber ku tedbîrên ewlehiyê pêk neanîn, di kar de mirin.