Li navça Dihê du malbat li hev xistin: 1 kuştî û 1 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Dihê (Eruh) di navbera du malbatên ku navbera wan xweş nîn bû şer derket. Di encamê de kesekî hat kuştin û yekî dinê jî giran birîndar bû. Li ser bûyerê hêzên asayîşê 6 kesan xist binçav.
Li gor ragihandina parêzgeha Sêrtê; kesên bi navên M.S., A.S., M.Ş., S.S., A.S. û L.S. bi çekan li hev xistine, di şer de kesê bi navê Abdulmenav Sartık li ciyê bûyerê can daye û kesê bi navê M.S.giran birîndar bûye û ew birine nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê.
Parêzgehê ragihand ku li deverê tedbîrên ewlehiyê xwurt kirine, ji bo desteka cendirmeyan tîmekî tevgera taybet ji fermandariya alaya Sêrtê şandine ciyê bûyerê, li ciyê bûyerê 4 tivingên nêçîrê ketine dest û 6 kesan xistine binê çav.
Lêpirsîna li ser bûyerê ya berfireh dewam dike.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




