Li Qamişlo operasyon: Bazirganekî madeyên hişbir hat kuştin, endamekî asayîşê can da

Li Qamişlo operasyon: Bazirganekî madeyên hişbir hat kuştin, endamekî asayîşê can da

PeyamaKurd- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyonek li dar xistin ku di encamê de pevçûn derket. Hate ragihandin ku di operasyonê de, bazirganekî madeyên hişbir hat kuştin û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê bi navê Ehmed El Hemdûn jî can daye. Herwiha bazirganek û 4 endamên din ên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne û hejmarek kes jî hatine desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku operasyon roja şemiyê li gundê Tertebê yê başûrê Qamişloyê hatiye lidarxistin û hate gotin, di dema serdegirtina mala bazirganekî madeyên hişbir de ku berê endamê Dîfa el-Wetenî bûye, ji gelek aliyan ve gule li hêzên ewlehiyê hatine reşandin û ew neçar mane ku bersivê bidin.

Hate diyarkirin, di encama pevçûnan de, endamekî Yekîneya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir can daye û 4 endamên asayîşê jî birîndar bûne.

Herwiha bazirganekî madeyên hişbir hatiye kuştin, yek birîndar bûye û gelek kesên din ên ku biryara lêgerîna wan hebû hatine girtin.

Hat diyarkirin ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo girtina kesên din herêm dorpêç kiriye û piştî lêpirsîn bi dawî bibe dê hûrgiliyên zêdetir ji raya giştî re werin parvekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê xwe yê bi hemû pêkhateyan piştrast dikin ku xebatên me yên ji bo têkoşîna li dijî belaya madeyên hişbir dê berdewam bikin.”

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.