Li Qoserê ya Mêrdînê du malbat pev çûn û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê li taxa an gundê Tepebaşiyê ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, du malbat bi çekan li hev xistin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser pevçûnê tîmên polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Piştî tedawiya ewilî birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe).
Sedema pevçûnê nehat ragihandin lê polîs dest bi lêpirsîna pevçûnê kir.