Li Rihayê Cejna Pîrebokan-Halloween hat pîrozkirin: Bertek zû hatin

Li Rihayê Cejna Pîrebokan-Halloween hat pîrozkirin: Bertek zû hatin

PeyamaKurd- Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ciwanan cara yekem li kuçe û kolanên bajêr bi cilûbergên rengîn û cuda cara yekem Cejna Pîrebokan pîroz kirin.

Di şahiyên ciwanan de ku dîmenên wan ên li kuçeyên bajarê Rihayê hatine belav kirin de, ciwan bi vê cejnê kêf û şahiyê dikin.

Piştî belavbûna dîmenan, gelek derdoran bertek nîşan dan û gotin, nabe dîmenên wiha li bajarê Pêxemberan hebin.

Hinek kes dibêjin, pêwîste Riha êdî ‘ne bi kuştin û neyartiyan’ lê bi şahî û ahengên medenî jî xwe bide naskirin, lê belê hinek alî jî bi tundî li dijî derdikevin û dibêjin, ‘li bajarê qedîm ê warê Pêxemberan’ nabe dîmên wiha derkevin holê.

Hêjayî gotinê ye, li gelek welatan ji doh ve Cejna Pîrebokan (Halloween) tê pîrozkirin û di nav çanda Kurdan de jî cejneke bi vî rengî heye. Ciwan di sersalê de bi cilûbergên cuda û rengîn ku jê re dibêjin, ‘Qirdik’ pîrozbahiyan dikin û mal bi mal digerin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.