Li Rihayê du teref li hev xistin: 8 kes birîndar bûn

Li Rihayê du teref li hev xistin: 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li taxaAqabeyê di navbera du terefan de ku berê navbera wan xweş nînbû pevçûn derket. Her dû teref di wexta di kuçeyekî de leqayê hev bûn pevçûna wan destpêkir. Her dû teref bi dar, kevir û demançê li hev xistin.

Di encama pevçûnê de 8 kes birîndar bûn. Polîs li taxê tedbîrên ewlehiyê sitend.

Tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Lêpirsîna polîs ya li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.