PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber stemkar û zordaran û destpêka serdemeke nû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî 2724an, germtirîn pîrozbahîyê pêşkeşî hemû Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”
Mesrûr Barzanî got: “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serkeftin, azadî, rawestana li ber stemkr û zordaran û destpêka serdemeke nû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: “Rêz û pêzanîna min ji bo gelê xweragir yê Herêma Kurdistanê heye, ku mixabin bûne qurbaniyên lîstika siyasî ya hinek kes û aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi mafên destûrî û mafên darayî yên gelê Kurdistanê dikin. Lê em piştrast in ku îradeya jiyana azad û serbilind a gelê Kurdistanê dê biser bikeve. Hêvîdar im sala nû bibe sala dawîlêanîna hemû nexweşî, stem û neheqiyên ku li ser gelê Kurdistanê tê kirin.”