Pêkhate bi hêvî ne ku bi biryara dawî re vegerin Parlamentoya Kurdistanê

Pêkhate bi hêvî ne ku bi biryara dawî re vegerin Parlamentoya Kurdistanê

PeyamaKurd – Piştî ku li ser daxwaza Dadgeha Federal a Iraqê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê biryara rawestandina proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da, pêkhatiyên Herêma Kurdistanê ku kursiyên kotayê bo wan hatibû betalkirin bi hêvî ne cardin vegerin Parlamentoya Kurdistanê.

Seroka Partiya Çaksaziyê ya Turkmenî Mûna Qehwecî bal kişand ser ku biryara doh ya Dadgeha Federalî ji bo derfetdana beşdariya hemû partiyên siyasî bo hilbijartinan gaveke girîng e.

Qehwecî got, biryara berê ya Dadgeha Federal hewldaneke zirarê bide pêkvejiyanê bû, em li bendê ku biryara dawî ya dadgehê derfetê bide beşdariya pêkhatiyên Turkmen, Keldanî, Suryanî, Aşûrî û Ermenan.

Li aliyê din Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah jî diyar kir ku dervehiştina pêkhateyan ji hilbijartinan şaşiyeke mezin bû û niha ji bo rêyek bo beşdariya pêkhateyan bê dîtin proseya amadekariyên hilbijartinê hatiye hilawestin.