Parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw: Wê asayîşa Çarşiya Qeyseriyê polîs temîn bike

Parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw: Wê asayîşa Çarşiya Qeyseriyê polîs temîn bike

PeyamaKurd – Parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw bi sedema roja Çarşema borî agir bi Çarşiya Qeyseriyê ketibû û dukkanên senafan zerarê dîbûn, bi esnafên Çarşiya Qeyseriyê re civiya. Xoşnaw ragihand ku lêpirsîna di mijara şewatê de dewam dike û ji niha û pê de wê asayîşa Çarşiyê hêzên asayîşê û polîs bigre ser xwe. Xoşnaw weha got:

“Bajarê Erbîlê ji ber tê vateya Kel, minare û Şarşiya Qeyseyiyê, em weka hukumeta Kurdistanê û parêzeriya Erbîlê ji ber şewata çarşiyê ji we bêhtir xemgîn bûn. Em ê ewlehiya çarşiyê ji niha û pê de bidin hêzên asayîşê û polîs. Lêpirsîna sedema derketina şewatê dewam dike. Me komîta teknîkî ava kir ji bo zerara dukkan û esnafan tesbît bikin.

Tîmên me çarşiyê paqij kirin û niha çarşî dixebite. Ji bo ferman bên bicîhanîn divê esnaf hevkariya me bikin. Daleqandina perdeyan ya dukkanan qedexeye ji ber dibe sedema belavbûna şewatê. Esnafên ku dukkanên wan zerarê dîne, parêzger û hukumeta Kurdistanê amade ye ji wan re alîkariyê bike.”