PDKê bersiva Qeys Xezelî da: Bila dilê xwe bi xewnan xweş nekin
PeyamaKurd- Çavkaniyeke rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva gotinên Qeys Xezelî yê serokê Ketaîyîb Hizbullah a Iraqê da ku îdiaya nakokî û pirbiryariyan di nav partiyê de kiribû.
Çavkaniya PDKê da xuyakirin, divê ew baş fêm bikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yek serokatî, yek nêrîn û yek biryar heye û got: “Baştir e ku ew dilê xwe bi wan xewnan xweş nekin ku qaşo pirbiryarî di nav PDKê de heye.”
Bersiva çavkaniya rojnamevanî ya PDKê wiha ye:
“Qeys Xezelî di hevpeyvîneke rojnamevanî de bi kanala xwe re navên Serok Barzanî, Rêzdar Nêçîrvan û Rêzdar Mesrûr anîne û bi niyeta xwe pêşketin û hevkêşeyên siyasî şîrove kirine. Em wiha difikirin ku ew daxuyanî ji bo şaşkirina raya giştî û têkdanê ne. Divê ew baş fêm bikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yek serokatî, yek nêrîn û yek biryar heye. Û baştir e ku ew dilê xwe bi wan xewnan xweş nekin ku qaşo pirbiryarî di nav PDKê de heye.
Herwiha hemî alî baş dizanin ku piştî hilweşîna rejîmê, tu kesî bi qasî Serok Barzanî ji bo avakirina Iraqa nû bizav nekiriye. Serok Barzanî ji her kesekî zêdetir bizav kiriye ku Iraqeka federal li ser bingeha destûrê bê avakirina, ku tê de hemî alî pabendî destûrê bin û rêzê li bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê bigirin.
Baş jî bizanin ku ne em û ne jî gelê Iraqê bi wê Iraqê re ne ku, tê de destûr bê binpêkirina û bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê bên piştguhkirin û mafya hukmî li welatî bikin.
Çavkaniyeka rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP)
1ê Mijdara 2025ê”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.