Projeya Avê ya heta 30 salan kêmaviyê nehêle tê vekirin: Hurgiliyên projeyê çi ne?

PeyamaKurd- Îro 20ê Tîrmehê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, qonaxa yekem a projeya hewarhatina ava Hewlêrê tê vekirin. Ev proje heta 30 salan wê bajarê Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.
Proje wê rojane 480 hezar metrekup av parzûn bike û herwiha di her demjimêrekê de 20 hezar metrekup ava vexwarinê ya paqij, bi awayekî 24 demjimêran bişîne taxên Hewlêrê.
Di qonaxa yekem de, proje dê ava paqij a domdar ji bo van taxên ku di demên berê de ji kêmbûna avê êş kişandine peyda bike:
Reşkîn, 32 Park, Tûreq, Bajarê Alan, Bajarê Diyari, Baxluminara, Mamzawa, Qetewî, Jiyan, Rewşenbîrî, Naloy, Fermanberan, Zeytûn Cîty, Daretû, Bineslawa, Hiran Cîty, Altun Cîty, Gelawêj, Serkeftin, Awêney Şar, Bêrkotî Nû, Teicîlî Nû,5,7,8ê Hesarok, Hawkarî, Kesnazan, Zilan, Lawan, Ayîndey 2, Endezyaran, Qerebû, Aştî û Qelatî Nû.
Beşa ku hatiye temamkirin li derveyî otobana 120 metreyî ye ji Kolana Reşkîn ber bi Rêya Musulê heta Kolana Kesnazan.
Agahiyên li ser projeyê wiha ne:
Proje di 20.07.2024 de dest pê kir û dê heta dawiya vê salê biqede
Kapasîteya wê 20 hezar metreçargoşe di demjimêrekî de ye, ku dibe 480 hezar metreçargoşe di rojê de ye.
Ev proje ji çend beşên sereke pêk tê
- Yekîneya wergirtina avê ji çemê Zê (Zap) li gundê Kewirgusk tê girtin
- Dûv re ew bi pompê ber bi tesîsa paqijkirina avê ve tê şandin, ku di çend qonaxên paqijkirin û fîltrekirinê re derbas dibe.
- Dûv re plansaziya avê bi rêya 2 boriyan ber bi yekîneya belavkirina sereke ya li Sebîranê ve tê şandin ku çar rezervuar û tankek hevsengiyê bi kapasîteya hilanînê ya 100,000 metreçargoşeyî vedihewîne
- Dûv re ew ê bi 3 boriyan ji bo Hewlêrê were şandin.
Ji hêla kalîteyê ve
- Proje bi amûrên herî bi kalîte yên navneteweyî hatine bikaranîn û li gorî standardên navneteweyî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye. Herwaha kalîteya avê bi heman kalîteya bilind a li gor pîvanên navnetewî ve digehe malan.
- Ev boriyên ku tên bikaranîn ji pola karbonê (200 km) û polîetîlenê (400 km) pêk tên, bi tevahî 600 km bi mezinahiyên cûda (1600 mm heta 110 mm).
Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya sektora taybet hewl dide ku hemû qonaxên vê projeyê berî dema diyarkirî temam bike. Tê pêşbînîkirin, heta dawiya vê salê xizmeta avê ya berdewam hemû taxên Hewlêrê bigire nav xwe.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




