Rêveberiya Rojava zarokeke malbatên DAIŞê radestî şanda Brîtanyayê kir

Rêveberiya Rojava zarokeke malbatên DAIŞê radestî şanda Brîtanyayê kir

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistkanê, zarokeke malbateke DAIŞê radestî şanda Brîtanî kir.

Hate ragihandin ku şandeke Brîtanyayê ku ji berpirsa siyasî ya Nivîsgeha Sûriyeyê ya Brîtanyayê Niamh Connolly û konsola giştî ya Konsolxaneya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Charlotte Dixon pêk dihat, serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser eşkere kir ku şande ji aliyê cîgirê hevserokên daîreyê Robîl Beho, endamê desteya rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û şêwirmendê Deriyê Sêmalkayê Rojhat Elî û nûnera YPJê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku têkiliyên bi Şamê re û mekanîzmaya entegrekirina HSD û saziyên Rêveberiya Xweser di nava hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin, zarokeke malbatên DAIŞê jî radestî şandeyê hate kirin.

Şanda Brîtanyayê diyar kir, “Em dizanin ku rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 13 salan ji şer pir zehmet bûye. Qraltiya Yekbûyî dê bi rêya bernameyên mirovî piştgiriya parastina sivîlan û başkirina rewşa kampan didomîne û dê hewldanên mirovî li gorî pêdiviya herêmê berdewam bike.”

Endamên şandeyê bal kişandin ser gefa DAIŞê li ser herêmê û dane zanîn: “Rêxistina DAIŞê gefên xwe li ser Sûriye, Iraq û deverên din didomîne û binpêkirinên xwe li dijî sivîlan didomîne. Qiraltiya Yekbûyî beşek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ye, li dijî xetereya wê û pêşîgirtina li vegera wê tevkariyê bi HSD û hevkarên xwe yên din re berdewam dike.”

Şandê spasiya HSDê û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û rayedarên Rêveberiya Xweser kir û dawîyê jî zarokeke brîtanî ya ji malbatên DAIŞê bi rêya belgeyeke fermî ya di navbera Rêveberiya Xweser û Qraltiya Yekbûyî de ku nûnerên her du aliyan îmze kir, radestî şandê hate kirin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.