Reîsî: Îran her tim piştgir û dostekî mezin ê Kurdistanê bûye!

Reîsî: Îran her tim piştgir û dostekî mezin ê Kurdistanê bûye!

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya Îranê ISNAyê naveroka hevdîtina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Tehranê belav kir.

Hate diyarkirin ku Serokomarê Îranê daye zanîn, ew ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê wekî ewlehiya xwe dibînin û wiha gotiye: “Îran li hemberî bipêşxistina hevkariyên aborî û pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re ne asteng e.”

Li gorî ÎSNAyê, Îbrahîm Reîsî diyar kiriye: “Ez hêvîdar im serdana te bibe sedema bipêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên di navbera me de.”

Reîsî daye zanîn, “Em sînorên dirêj ên di navbera her du aliyan de wekî derfeteke hêja ji bo baştirkirina pêwendiyan dibînin lê pêwîstiya ewlehiyê bi her cûre hevkariyekê heye.”

Herwiha Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gotiye, “Iraqeke bihêz di çarçoveyeke yekgirtî de pêk tê û em her tim piştevaniya yekgirtîbûna Iraqê dikin. Piştgiriya Îranê ya Kurdan a di rojên dijwar de îsbat dike ku her tim piştgir û dostekî mezin ê Iraq û Kurdistanê bûye.”