Salih Muslim: Em teslîm nabin

Salih Muslim: Em teslîm nabin

PeyamaKurd – Berdevkê Kar û Barên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, daxuyanî giring da Ajansa Mezopotamyayê (MA).

Muslim diyar kir ku ew teslîmbûnê qebûl nakin û ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê divê feraseta aliyên din biguhere. Wî Rêveberiya Xweser wekî modelek serkeftî ji bo Rojhilata Navîn bi nav kir.Muslim got, "Me li dijî feraseta netewe-dewletê projeya 'neteweya demokratîk' pêş xistiye û deriyê xwe ji bo nasnameyên cuda yên wekî Suryan, Ereb û Asûriyan vekiriye."

Wî tekez kir ku ev proje ji bo aştî û hevjiyana li herêmê gaveke giring e. Salih Muslim rexneyên tund li daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack kir, ku gotibû, "Em ji bo Kurdan dewletek neteweyî naxwazin." Muslim ev yek wekî hewldaneke neçarkirina wan bo teslîmbûna li hember feraseta ku ew li dijî wê şer dikin nirxand û got, "Nêrîna netewe-dewletê bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Muslim hişyarî da ku ev yek dê gelên herêmê bi gefa komkujiyan re rû bi rû bihêle. Wî got, "Çekên HSDê tenê ji bo parastinê ne. Danîna wan tê wateya xetereyeke mezin ji bo hemû gelên li vir."

Wî herwiha bal kişand ser girîngiya diyaloga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi Tirkiyeyê re û got, "Em dê tevlî Sûriyeyeke ku ji aliyê xîlafetê ve tê birêvebirin nebin. Ji ber vê yekê em diyaloga Rêber Ocalan pir girîng dibînin."

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.