Seferên THY-Silêmaniyê sibe dest pê dikin
PeyamaKurd- Geştên asmanî yên ji Tirkiyeyê bo bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê piştî zêdetirî du salan ji rawestandinê, sibe 3yê Mijdarê ji nû ve dest pê dikin. Sefera yekem ji ser Stenbolê bo Silêmaniyê tê kirin û li demjimêr 01:00ê digihîje Silêmaniyê.
3yê Nîsana 2023yan bi hinceta ewlekariyê û PKKê Tirkiyê qada xwe ya asmanî li ber Balafirxaheşa Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 9ê Cotmehê di serdana Enqereyê de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza ji nû ve destpêkirina seferan bo Silêmaniyê kiribû û piştre jî biryara vekirina qada asmanî û Silêmaniyê hatibû dayîn.
Rêveberê Ragihandinê yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ragihand ku 3yê vê mehê sefera yekem a asmanî ya Turkish Airlinesê (THY) ya ji bo Balafirxaneya Silêmaniyê tê kirin û hefteyê çar rojan dê seferên wan hebin.
Mihemed got, “Sibe yekşemê yekem sefera asmanî ya di navbera Balafirxaneya Silêmaniyê û Tirkiyeyê de ji nû ve dest pê dike. Piştî rakirina qedexeyê, saet 01:10ê berê sibehê ya 3yê mehê sefera yekem a balafira Turkish Airlinesê bigihîje Balafirxaneya Silêmaniyê.”
Dana Mihemed, seferên di navbera Silêmaniyê û Tirkiyeyê de dê li gorî plana Turkish Airlinesê hefteyê çar rojan bên kirin.
Hêjayî gotinê ye, pêşniyar hatibû kirin ku navê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê bibe "Balafirxaneya Navneteweyî ya Celal Talebanî" û Serokwezîrê Iraqê Mihmed Şiya Sûdanî jî razîbûna xwe nîşan dabû.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.