Serok Barzanî pêşwazî li serokên 9 zanîngehên Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwazî li serokên 9 zanîngehên Urdinê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Gulanê roja duşemê pêşwazî li şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind a Urdinê Dr. Meimûn El-Dûbeî, serokên 9 zanîngehan û Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Dr. Fuad Mecalî pêk dihat.

Piştî civînê hate ragihandin ku şanda mêvan rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê, kûrkirina çanda pêkvejiyanê û pêşketina Herêma Kurdistanê de bilind nirxandiye.

Şanda Urdinî dostanî û pêwendiyên dîrokî yên gelê Urdin û gelê Kurdistanê bi bîr xist û amadebûna xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên akademîk, hevkarî û hevahengiya di navbera zanîngehên her du aliyan de nîşan da.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de û spasiya Şah Ebdullah, hikûmet û gelê Urdinê kir ku di qonaxên cuda de hevsozî û alîkariya gelê Kurdistanê kirine.

Herwiha Serok Barzanî tekezî li kûrkirina pêwendî û dostaniya di navbera her du aliyan a di warên curbicur de kir.