Serokwezîr îtiraz kir: Dadgeha Federal karên hilbijartinan rawestand

Serokwezîr îtiraz kir: Dadgeha Federal karên hilbijartinan rawestand

PeyamaKurd - Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li dijî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya betalkirina 11 kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê, serlêdana îtirazê li dadgehê kir, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê biryara rewetandina hemû xebatên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê da.

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelawî ragihand ku Komîsyona Hilbijartinan biryar daye ku hemû karên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bêne rawestandin.

Berdevk ji medyaya Iraqê re axivî û got: “Piştî biryara doh a Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, komîsyonê biryar da ku hemû karên ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bêne rawestandin.”

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê doh li ser dozeke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryareke nû dabû.

Cumane Xelawî diyar kir, heta ku ew biryara Dadgeha Bilind teqez nebe, wê xebatên ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê nedomin.

Parlamena Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê û ji van kursiyan 11 jê ji pêkhateyên Herêma Kurdistanê re hatibûn veqetandin, lê belê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di 22yê Sibatê de biryar da ku 11 kursiyên kotayê pêkhateyan bên rakirin û hejmara kursiyên Parlamena Kurdistanê dakeve 100 kursiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî vê biryara dadgehê, serlêdana rawestandina vê biryarê li dadgehê kir.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jî, li ser îtiraza Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh biryar da ku benda 2yemîn a xala 2yemîn a sîstema tomarkirin û pesendkirina lîstên berbijêran bê rawestandin.

Li gorî biryara dadgehê, heta doza ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatiye vekirin bi dawî nebe ev biryar wê neyê bicihanîn.

Li gorî benda 2yemîn a xala 2yemîn a Dadgeha Federal, Parlamena Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û 4 herêmên hilbijartinê hatine diyarkirin.

Li gorî vê dabeşkirinê 34 kursiyên Hewlêrê, 38 kursiyên Silêmaniyê, 25 kursiyên Dihokê û 3 kursiyên Helebceyê hene.