Sîpan Hemo: Metirsiya ser zêde bûye, diyalog rawestiyan

Sîpan Hemo: Metirsiya ser zêde bûye, diyalog rawestiyan

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo daxuyaniyek tund da û ragihand ku danûstandinên entegrasyonê yên bi hikûmeta Şamê re bi awayekî fermî rawestiyane.

Hemo diyar kir ku tevî hewldanên Amerîkayê, lihevkirin nehatiye kirin, û her du alî hevdu bi têkbirina pêvajoyê tawanbar dikin.

Fermandar wiha got: "Îhtîmala şer pir rast e," û tekez kir ku HSD amadekariyên xwe yên parastinê zêde kiriye. Wî Şam bi wê yekê tawanbar kir ku ew hewl dide Kurdan neçar bike ku teslîm bibin û nasnameya xwe înkar bikin.

Hemo her wiha rexne li Amerîkayê kir û got, "Divê ew bizanin bi kê re hevkariyê dikin."

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.