SOHR: Leşkerên Tirk ciwanekî ji Dêra Zorê li ser sînorê Serê Kaniyê kuştin

SOHR: Leşkerên Tirk ciwanekî ji Dêra Zorê li ser sînorê Serê Kaniyê kuştin

PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî ku hewl dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, bi guleyên leşkerên Tirk hate qetilkirin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên SOHRê, ciwanê ku jiyana xwe ji dest dayr, xelkê bajarokê Xeranîcê yê rojhilatê Dêrezorê ye. Hate diyarkirin ku qaçaxçiyên bi ser koma "Ceyş el-Îslam" ê ve ya di bin sîwana Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de, ew ciwan li nêzî sînor bi cih kirine û piştre ew bûye armanca rasterast a leşkerên Tirk.

Rewangehê bal kişand ser bûyereke bi heman rengî ku di 5ê vê mehê de qewimîbû. Di wê bûyerê de, leşkerên Tirk li nêzî gundê Silûk ê rojavayê Girê Spî gule li 6 ciwanan reşandibûn ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Li gorî çavkaniyan, çarenivîsa 2 ciwanan ne diyar e û têkiliya bi wan re qut bûye, lê 4 ciwanên din rastî îşkenceyê hatine, pere û telefonên wan ji destê wan hatine standin û paşê hatine dersînorkirin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.