VIDEO | Bi dewriyeya dawî ya Amerîkayê re HSDê xalên sînor teslîm kirin

Dîroka Weşanê :
VIDEO | Bi dewriyeya dawî ya Amerîkayê re HSDê xalên sînor teslîm kirin

PeyamaKurd – Hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê (Resulayn) dewriyeya hevbeş a leşkerî pêk anîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî xalên ewlekariyê yên danîbûn radestî hêzên meclîsa leşkerî kirin.

Di çarçoveya mekanîzmeya ewlekariyê ya rêkeftina sînor a Amerîka-Tirkiye û HSDê de, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê yên Sînor bi hêzên Amerîkayê re 6emîn dewriyeya xwe gerandin.

Li gorî çavkaniyan qonaxa dawî ya mekanîzmeya ewlekariyê temam bûye û YPG û YPJê jî xalên xwe yên sînorê radestî hêzên parastina sînor kirin û hinek xalên ewlekariyê jî hatin rakirin.

Hat ragihandin ku îro 3 wesayîtên leşkerî yên Amerîkayê û 5 jî yên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê ji gundê Til Erqam ê beldeya Til Xelef a baregeha hevpeymaniya navdewletî derketin û ber bi sînorê Tirkiyê ve dewriye gerandin.

Piştre beşek ji wesayîtan berê xwe dan gundê Eyn Hîsanê û çavderiya rakirina xalên ewlekariyê yên HSDê kirin. Hat dîtin ku şervanên HSDê tevî çekên xwe yên giran ji wan xalan vekişiyan û ew dever radestî meclîsa leşkerî kirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Albîn Harûn jî ragihand ku wan xalên ewlekariyê yên HSDê ji wan dewr standine.