Hewlêr kete lîsteya cihên herî xwes ê gestiyariyê

Dîroka Weşanê :
Hewlêr kete lîsteya cihên herî xwes ê gestiyariyê

PeyamaKurd- Kovara ‘Condé Nast Traveler’ a cîhanî ya geştiyariyê lîsteya xwe ya cihên herî baş ên Asyayê ji bo geşta sala 2026an belav kir.

Di lîsteya kovarê de, Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, weke yek ji cihên geştiyariyê yên herî balkêş û xweş ên parzemînê hate destnîşankirin.

Li gorî kovarê, Asya xezîneyeke tijî bedewiyên cihêreng e, ji bircên herî bilind heta kolanên dîrokî, ji xwarinên luks ên di bin serpereştiya şefên navdar de heta mêvanperweriya li lûtkeyên çiya û giran. Lîsteya ku ji aliyê tora nivîskarên kovarê ve li seranserê parzemînê hatiye amadekirin, vê cihêrengiya bêhempa nîşan dide.

Hewlêr: Xezîneyeke dîrokî ye

Kovarê di beşeke taybet de behsa Hewlêrê kiriye û diyar kiriye ku dibe geştyar li sedemekê bigerin da ku careke din serdana cihên mezin û naskirî bikin, weke bajarê Odaypûr ê Hindistanê ku bi otêlên xwe yên nû dîmeneke balkêş çêkiriye. Herwiha kovarê destnîşan kir: "Ji bo kesên ku li cihên nû û nedîtî digerin, sala 2026an dê bibe sala serdana Hewlêrê."

Ji bo Hewlêrê hatiye gotin: "Hewlêr, paytexta Kurdistana Iraqê, ku bi Keleha xwe ya 6 hezar salî tê naskirin, dîroka xwe ya dewlemend diparêze û di heman demê de hewl dide ji bo paşerojeke tijî aştî. Ev yek nîşaneke zelal e ji bo nirxê bilind ê dîrokî û çandî yê bajêr, ligel vîna ji bo geşepêdan û derketina ji bin sîbera rabirdûyê."