PeyamaKurd – Lêpirsîna di derbarê şêlandina Muza Louvre de, her diçe kûrtir dibe. Gumanbarên ku xistine binçav, ragihandine ku ji 2 kesên bi devoka Slavan diaxifîn, 15 hezar Avro sitendine û muzê şêlandine. Bo ciyê teslîmatê jî xaniyekî xerabe nîşan dane.
Demekî dirêje îstîxbarata Fransayê gumanê dibe ser Rûsyayê ku şêlandina muzeyê ew kiribe an dabe kirin û li bazara siyasî ya Parîsê niha tê gotin gelo destê Rûsya di nav şêlandina muzê de heye!
Plana şêlandinê bi pisporî hatiye kirin lê kesên ku kirine, şiyanên wan gelek kêmin û ev jî dike ku maqeşeyên, gelo dewletekî derve vê şêlandinê da kirin, tîne bîra mirovî.
Muza Louvre di 19ê Cotmehê de hat şêlandin, 9 mucewheran dizîn lê hê jî li 8 mucewheran digerin.
Rapora îstîxbarata Fransayê dibêje ku Rûsya bo Fransayê bike bêîstîqrar, dibe vê şêlandinê dabe kirin.
Di şêlandinê de 4 kes hatine girtin û gumanbarekî gotiye ku 2 kesên bi devoka Slav diaxifîn, ji wan 15 hezar Avro sitendiye.
Li Parîsê di muza navborî de her roj bi hezaran kes seredana muzeyê dike, di muzê de 35 hezar eser hene. Di şêlandinê de, ji beşa Galeriya Apollo 9 berhemên ku bihayê wan yê pera tine, hatine dizîn, dema dizînê mucewherekî li derve xistine, hinek zerarê diye lê danîne şûnê û 8 berhemên din wenda ne. Perçê di wexta revê de yê ku diz xistine, aîdê jina Napolyon ya sêyem yê împaratorîçe Eugenie ye. 4 diz bi 8 mucewheran reviyabûn û şêlandina wan 7 deqe dewam kiribû.