Elon Musk: Heta dawiya sala bê wê hişê çêkirî ji yê mirovan derbas bike

Elon Musk: Heta dawiya sala bê wê hişê çêkirî ji yê mirovan derbas bike

PeyamaKurd- Karsazê Amerîkî yê xwediyê kompaniya SpaceX a fezayê, otomobîlên elektrîkî TESLA û xwediyê platforma medya civakî Xê, Elon Musk derbarê hişê çêkirî de îdiayeke balkêş avêt holê.

Elon Musk ku li ser platforma Xê robotê hişê çêkirî Grok jî xistiye meriyetê, got ku wê hişê çêkirî heta dawiya sala bê ji yê mirovên herî biaqil jî pêşketîtir bibe û wan derbas bike.

Herwiha Musk anî ziman ku dibe pêşveçûna bêsînor a teknolojiyê encamên metirsîdar bixwe re werîne û hişyarî da.

Elon Musk di hevpeyvînekê de gotiye, wê hişê çêkirî yê mirovan derbas bike û pêşbînî kir ku heta pênc salan jî hejmara hestiyarbûnên hişê çêkirî yên mirovan derbas bikin.

Musk da zanîn ku ger di elektrîk û çêkirina çîpên pêşketî de pirsgirêk li cîhanê çênebin, dê hişê çêkirî ji hişê hemû mirovan derbas bike û dibe di dahatuyê de nifşê mirovan jî tune bike.