Gelo wê Destpêka Nû karibe bibe Destpêkek Nû?

Piştî darbeya leşkirî ya 1980î, piranîya tevger û partîyên ku hem çep û hem jî Kurdistanî bûn, têk çûn. Tu çalakî û berxwedanek berbiçav nîşan nedan û bi gotinek zelaltir, teslîm bûn. Tenê bi nav man, lê di qadê de meydan ji PKK û dewletê re hiştin. Çend qîrîn û awazên bê bandor, çend belavok yan daxuyanî, çend serdan û çend pêşandanên piçûk têra xurtbûna wan nekir. Bi nav man, bi nav hene, lê di qadê de hebûn û tunebûna wan di nîqaşê de ye. Ezezî û partîcîtîyê nehişt ku di nava xwe de tifaq û alternatîfek çêbibe. Herkesî behsa tifaq û yekîtîyê dikir, lê gava dihat rastîyê, dîsa ezezî û partîtîyê zora wan û berjewendîyên netewî dibir. Vê yekê hem ew ji çap xistin, hem jî PKK û dezgehên wê xurttir kir.

Teslîmîyet ne tenê ev tişt e ku meriv radestî dijmin yan dijberê xwe bibe. Tiralî, xemsarî, sersarî, siyaseta hindik û rindik, parêzerîya berjewendîyên partîtîyê, hişmendîya li dijî berjewendîyên netewî, û gelek hest û helwestên din jî, gelek raman û fikarên din jî teslîmîyet e. Bi taybet ji kesayet, dezgeh yan partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin û doza Kurdistanek serbixwe dikin, teslîmîyeta herî mezin ev tişt in. Bi teslîmîyetê meriv ne tenê çek û sîlehên xwe teslîm dike, teslîmîyeta hezintir teslîmîyeta hest û hişmendîyê ye. Heger mejî hatibe dagîrkirin, laş û beden, ruh û giyan ji rê derdikevin û nizanin wê çi bikin, nizanin wê çi bixwazin. Îro sosreta ku bi serê partîyên me de hatiye, ev sosret e. Yanî bûne hêsîrê teslîmîyeta hest û hişmendîya xwe. Ji ber vê jî wêrekî û cesaret ji wan dûr dikeve, teorîya wan zora pratîka (emelê) wan dibe û wan mecbûrî siyaseta salonan dike. Divê em ji bîr nekin ku zor gîzerê radike. Zora PKK û dewletê zora wêrekî û cesareta wan ya berî salên 80î bir û ew ji mêranî xistin. Û ji ber vê jî, xwe daxistin asta teslîmîyetê û hêdî hêdî ketin ber çerxa siyaseta PKK û dewletê.

Ji alîyê din, şerê 45 salan (şerê ji bo kujtina Kurdan, şerê ji bo şewitandin û wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê, şerê ji bo koçberkirin û asîmîlekirina Kurdan) Kurd ji taqat xistibûn, bêhêvî kiribûn, û ji alîyê din jî ew mehkûm û hêsîrê siyaseta xwe û dewletê kiribûn. Ji ber tunebûna alternatîfek din, Kurd di navbera Xelo û Celo de, di navbera PKK û dewletê de hêsîr mabûn. Di nav lingên her du alîyan de dibûn wek gokê û ew bi girtin, kujtin û koçberkirinê dihatin xelatkirin.

Van her du sedeman valahîyek di qada tekoşînê de çêdikir. Valahîya tunebûna alternatîfek din, alternatîfek Kurd û Kurdistanî, alternatîfek ku Kurd karibin xwe lê bisitirînin. Lê mixabin ew alternatîf çênebû, yan jî nedan çêkirin (ji ber destê dewletê di nav her rêxistin û partîyên Kurd de heye) û Kurd bê xwedî û bê sermiyan li meydanê bi tenê man. Çawa ku doh alternatîfek stare ji wan re pêwist bû, îro jî pêwist e. Çawa ku doh ji Kurdan re gav û destpêkek nû, siyasetek nû û Kurdistanî pêwist bû, îro jî pêwist e. Heger Kurdên Bakur di vê dema zîz û hestiyar de nikaribin xwe bînin ser hev  û alternatîfek Kurdistanî çêbikin, (bi kadroyên nû, bi kadroyên akademîsyen û pispor, bi xort û ciwanên çalak û belkî jî radîkal, bi hemû endamên civaka Kurd re -lê ne bi van simsar û kadroyên ku ji xirabkirinê pêve tiştek ji wan nehatiye), wê Kurdên Bakur dîsa di nav lepên gur û keftaran de bimînin û sed salên din jî hew tên ser hişê xwe.

Gava civîna Tevgera bi navê „Destpeka Nû“ li Otela Taksim Hill a Beyogluya Stenbolê hat lidarxistin û mizgînîya partîyek nû da, wek min kêfa gelekan anî û hêvîyek nû da me. Hêvî û mizgînîya destpêkek nû, partî yan alternatîfek nû. Piştî sal tê re derbas bûn, Destpêka Nû jî wek partîyên din ket xewa mirinê û deng jê nehat. Vê bêdengîyê mixabin xeyal û hêvîyên gelekan vemirandin.  Ew bêdeng bûn yan hinekan ew bêdeng kirin, newêrîbûn yan tirsîyan, bi xwe ne bahwer bûn yan derfet nedîtin, nizanim. Bi vê bêdengîya wan hem dilsozên xwe êşandin, hem jî xwe êşandin. Bi vê bêdengî û bêçalakîyê belkî hinek ji wan dûr jî ketin, nizanim. Dil dixwest ku Destpêka Nû jî nekeve nav karwanê xewaran û wek wan ji mêranî nekeve.

Destpêka Nû piştî bi salan daxuyand ku ewê di 24-25ê vê mehê de (24-25. 05.2025) li Amedê, di salona hotelekê de, bi 300 kesî komxebatekê çêkin û nîqaşa partî yan alternatîfek nû bikin. Helbet gavek erênî û pîroz e. Berî niha çend partîyên din jî li salonên hotêlan û bi 300 kesî komxebat li dar xistin. Çima 300 kes min fêhm nekiriye. Kerameta van 300 kesî çi ye dîsa fêhm nakim. Çima ne li salonek dawetan û bi hezar yan duhezar kesî, lê tenê 300 kes? Belkî jî di nav 30-40 milyon Kurdên Bakur de ji 300 kesî zêdetir jin û zilam, keç û xort, yan xwenda û kadroyên siyasî nemane, nizanim. Huner û cewhera van 300 kesên ku li dora hemû partîyan dizîzikin û hemû partî li ser wan 300 kesî hesaban dikin çi ye, birastî ez meraq dikim.

Axir, Destpêka Nû di 2022an de, di civîna Stenbolê de, bang li hemû Kurdan, li Kurdên hemû beşên civaka Kurd kiribû ku piştgirîyê bidinwan û tev li tevgera wan bibin. Heger mesele Kurdên hemû beşên civakê bin, divê Destpêka Nû sînorên 300 kesî derbas bike û ji gundîyên Kurd bigirin heta bi karkir, sofî û mela, şêx û axa, bêyî ku ferqê têxe navbera raman û oldarîya wan, bêyî ku ferqîyê têxe navbera pîşe û mertebeya wan, xwe bigihîne Kurdên hemû beşên civakê. Destpêkek Nû bi kadroyên nû, bi hest û hişmendîyek nû, bi siyasetek nû, bi Kurdayetîyek nû, û ji her tiştî zêdetir jî bi sekin û îradeyek serbixwe dikare bi ser bikeve. Bi dînazor û bermayên şerê sar, bi siyaseta bi wesayet û îcazet siyaseta Kurd bi ser neketiye û nakeve.

Werhasilî kelam, gelo wê Destpêka Nû ji bo Kurdên Bakur bibe Destpêkek Nû, nizanim. Hêvîdarim Destpêka Nû û kesên ku bi komxebata 24-25ê Gulanê radibin karibin di vê komxebatê de ji platform, însîyatîf yan jî hevkarîyek hevbeş re pêşevanîyê bikin û bersivekê ji pirsa „Divê Kurd di vê pêvajoyê de çi bikin? “ re bibînin.

Lê divê em ji bîr nekin, dilê tirsonek sînga gewr nabîne. Dîtina sînga gewr bi wêrekî û cesaretê ve girêdayî ye. Ev jî helbet bedel û berdêlê dixwaze…