Berî her tiştî divê mirov giranîya xwe zanibe. Rewşa xwe, şert û şirûtên xwe, hebûn û tunebûna xwe bipîve, kar û xisarê li bêjingê bixe û li gor wê biryarê bide, li gor wê tev bigere.
Ji bo tu hinek tiştan bikî, ji bo tu hinek gavan bavêjî, berî her tiştî divê tu bi xwe tiştek bî, tu bi xwe hebî, tu bi xwe birêxistin û hêzek bî. Yanî ji bo kes û der û dor hesabê te bikin, divê tu li meydanê hebî ku bizanibin tu sax î û ne mirî yî.
Îrade û xwestek di sekna mirov de rolek sereke dilîzin. Heger mirov bê îrade be, bi xwe ne bahwer be, nizanibe çi dixwaze, nikare xwedî biryar û hest û helwest be. Mejîyekî zelal, îradeyek xurt, bixwebahwerî, plan û projeyên mirov divê zelal bin. Heger wilo nebe mirov nikare di armancên xwe de bi ser bikeve, meriv di navbera Xelîl û Celîl de, di navbera erê û nayê de dimîne.
Îro ew kes yan komên ku ev demek e dixwazin hinek gavan bavêjin û xwedêgiravî dezgeh yan tevgerek nuh damezirînin, ji van taybetmendîyên ku min li jor nivîsandine dûr in. Bi xwe ne bahwer in. Nizanin çi dixwazin. Nizanin wê çawa û li ser çi asasî tev bigerin. Belkî jî di rêxistin û birêxistinê de xeşîm yan dudilî ne. Berî ku li ser lingên xwe bisekinin, berî ku bêjin em hene û li meydanê ne, berî ku rê û rêbazekê ji xwe re çêkin, berî ku plan û projeyekê deynin ber xwe, bi mijarên derveyî rojevê re mijûl dibin. Dixwazin xwe bavêjin tor û bextê hinek alîyan, bi wan bişêwirin, îcazetê ji wan wergirin û wek komên heyî bi wesayet siyasetê bikin. Ev jî hewldanên avakirina kom û dezgeha nû dixitimîne, hêvî û bahwerîya meriv dişkîne.
Avakirina dezgeh yan tevgerek nuh divê cudabûnekê bi xwe re bîne. Divê ji civaka Kurd re nîşan bide ku ew ji kom yan partîyên din cudatir in, ne wek wan difikirin, xwedîyê hest û hişmendîyek cuda û nûjentir in, komek serbixwe û bi kesekî yan derûdorekê ve ne girêdayî ne, siyaseta bi wesayet nakin û wê îcazet û destûrê jî ji kesî nestînin. Heger ne wilo be, wê tu ferqa wan û kom yan partîyên din ji hev nemîne, wê pêwistî bi tevgerek nuh jî nemîne. Gav ji bo guhertinê tên avêtin, tevger ji bo nûjenîyê tên sazkirin, partîyên nuh li ser asasê nerazîbûna partî û siyaseta heyî tên avakirin. Heger bi hest û hişmendîya partî û siyaseta heyî gav bên avêtin, tu girîngî û pêwistîya avakirina tevger yan partîyek din namîne û serêşandina zêde hewce jî nake.
Ji bo ku pêkhatinek siyasî û nû bi ser bikeve, divê ew li ser gelek xal û hêmanan bisekine û vîzyonek demdirêj bide ber xwe. Şefafîya navxweyî, berpirsiyarî, peydakirina derfetên aborî, beşdarîya kes û kadroyên ji hemû rengên civakê, bi taybet beşdarîya jin û ciwanan, bikaranîna medya, propaganda û stratejîya ragihandinek xurt û bi bandor, perwerde, hûnandin û sazkirina bingeha rêxistinek xurt, rêveberî û serokatîyek pêbahwer, xwedî vîzyon û tekûz, û gelek xal û hêmanên din asasên serketin, xurtbûn û pêşketina tevger û partîyekê ne. Kom, rêxistin yan partîya nuh li şûna destketîyên demkurt, divê bi armancên demdirêj û pêşketina civakî bisekine.
Kom, tevger yan partîya ku van xal û hêmanan li ber çav negire û li ser vî asasî nemeşe, wê temenê wê kurt be û nikaribe bi ser bikeve. Liberçavgirtina van hêmanan wê şansê serketina rêxistinek nû zêde bike. Herweha, ji bo rêxistinê girîng e ku stratejîyên xwe bi pêş bixe, dînamîkên hawîrdora siyasî û şert û mercên herêmî jî li ber çavan bigire. Li Bakurê Kurdistanê rewş pir aloz e. Ji alîyê din de jî derfetek ji Kurdan re çêbûye ku xwe komî ser hev bikin, bi kadro û serwerîyek nuh, bi rê û rêbazek nuh û Kurdistanî dezgehek nuh saz bikin. Lê mixabin dixuye ku bi vê hişmendîya heyî, bi vê îrade û bi vê erka giran zehmet e. Ewên ku ne di bîrewerîya van xal û hêmanên jorîn de ne û avakirina dezgeh yan tevgerekê wek lîztika zarokan dibînin yan jî dixwazin xwe bi karekî wilo giran re mijûl bikin, ne xwedîyê wê ferasetê ne.
Werhasilî kelam, fersendek heye, meydanek vala heye. Heger em Kurdên Kurdistanî nikaribin wê meydanê dagirin, dîsa wek demên berê, wê dewlet li şûna me tevger û taşeronên xwe li ser navê Kurdan û li dijî Kurdan berde meydanê wesselam…