Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî ragihand ku daxwaza îstîfa xwe daye serokomarê Lubnanê. Serokomar ji Herîrî re gotiye ku li benda wî bimîne.
Herîrî weha dewam kir: “Min îro îstîfa xwe da serokkomar MîÅŸel Avn. Ji bo em li ser sedemên siyasî yên îstîfayê biaxifin û ji bo dewama dan û sitendinan xwest ku ez bisekinim. Min jî weka egera berpirsiyariya xwe, qebûl kir.”
Herîrî, bi serokomar û serokê meclisê re tevli merasima salvegera serwebûna Lubnanê bû.
Herîrî, piÅŸtî 17 rojan dageriya welatê xwe. Lê wê sedemên devjêberdana wezîfa wî, di rojên pêÅŸiya me de aÅŸkera bibin.