Mirovên yekemîn kengê ji Afrîkayê koç kirine

Li Hindistanê kevirek nû ku hatiye dîtin li ser lêkolîn hatin kirin û piştî vê yekê tê gotin ku dibe mirov ji dîroka tê zanîn zûtir ji Afrîkayê derketine û belav bûne. Zanyarên hînt û fransiz li eyaleta Tamîl Nadu ya Hindistanê li herêma arkeolojîk lêkolîna xwe dom dikin.

Di lêkolînê de 7 hezar û 200 kevirên hatine dîtin di navbera 172 hezar û 385 hezar berê hatine çêkirin.

Pispor piştî kifşên nû dibêjin divê dîroka mirovahiyê ji nû ve bê nivîsandin.
Texmîn ew e ku yekem mirovên pêşî ku navê Homo Sapiens lêkirine 300 hezar sal berê ji parzemîna Afrîkayê li dinyayê belav bûye lê dîsa jî tam nayê zanîn ku koç kengê çêbûye û ji kîjan rêyan çêbûye. Li Îsraîlê li ser hestiyê çeneyê lêkolîn hatibû kirin û fikra 180 hezar sal berê koç ji Afrîkayê çêbûye hatibû pêşkêşkirin. Lê kovara Nature di lêkolînê de dibêje ku dibe koç hê zûtir be. Pisporên arkeolojiyê di encama lêkolîna li ser kevirên dîtine re digihîjin wê encamê ku ev kevir ji destên xwedî fikirînê de derketine û ev yek jî wan dibe heta 400 hezar sal berê.
Kalê mirovên hemdem ku navê 'Homînîn' lêkirine mîlyon û 750 hezar sal berê amûrên ji kevirê giran çêkirine.

Serê mizreqan ku aîdê yekem nifşê mirovan e li Ewropa û Afrîkayê 300 - 400 hezar sal berê hatibû dîtin. Yekem mirovê 125 hezar sal berê ji Afrîkayê hatiye Hindistanê lê tê gotin wê çaxê bi xwe jî kesên il Hindistanê jixwe dijiyan hebûn.
Kovara Nature dibêje ku koç yan hê zûtir çêbûye,.
Ji DW hatiye girtin