Ji êrîsa Kormorê re ‘kor û kerr’ bûn: Derewa serê esîrî û PDKê avêtin holê!

Dîroka Weşanê :
author

Rojhat Amedi

Medyaya girêdayî PKKê di van demên dawî de, cardin bi nêzîkatiya xwe ya dubendî û zêdekirina dijberiya li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Pêşmergeyan şûrê xwe kişandiye. Di demeke ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê tê meşandin û piştgiriya herî xurt ji aliyê PDKê û serkirdeyên Başûrê Kurdistanê tê dayîn de, ji vê helwesta dijber a alîgir û medyayên PKKê bêhna lîstik û aloziyên nû difûre.

‘Li hember operasyona YNKê ya Silêmaniyê bêdengî’

Bi fermana Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî demek berê, li Silêmaniyê, operasyoneke tund bi çekên giran li hember Hevserokê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî Talabanî û alîgirên wî yên Partiya Bereya Gel hatibû encamdan. 

Serokê nû yê YNKê Bafil Talabanî, bi tank û topan êrîşî opozisyona ji hevalên xwe yên berê pêk dihat kir. Di van bûyeran de herî kêm 5 kes hatin kuştin, gelek birîndar bûn û zêdetirî 100 alîgir û hevalên Lahûr Talebanî hatin girtin.

Ev kiryara YNKê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û demokratî ve bi awayê tund hate şermezarkirin û awayê operasyonê ya dijî mafên mirovan karvedaneke mezin bi xwe re anî bû.
Lê belê, di vê mijarê de medyaya PKKê qet cih neda vê bûyerê û ne jî ti rexneyek an nirxandinek li ser kir.

**

‘Êrîşa Heşda Şeibî ya ser Kelgeha Gazê ya Kormorê: Dîsa bêdengî!’

Li aliyê din çend roj berê hêzên girêdayî Heşda Şeibî bi fermana Îranê êrîşî tesîsa gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê kir û ev yek hem li navxweyî hem jî li qada navnetewî bû sedema nerazîbûnên mezin.
Li Herêma Kurdistanê hemû aliyên siyasî ew bûyera ku bû sedema qutkirina elektrîka hemwelatiyan bi tundî şermezar kir û xwestin, kirdarên wê êrîşên derxin holê û bên sizadan. Lê belê dîsa medyaya PKKê bêdengî hilbijart û ji bo vê bûyerê jî ti rexneyek an nirxandinek nekir ango nebû rojeva wan. 

Bi gotineke din, lîstika "kor û kerr" lîst.
Bêdengiya li hember van bûyerên ku hêzeke Kurdî (YNK) bi tundî li hember hevrikên xwe tevdigere an jî milîsên Îranî li dijî binesaziya Kurdan a girîng êrîş dikin, bi eşkere helwesta medyaya PKKê ya li ser bingeha berjewendiyên veşartî nîşan dide.

Dijberiya PDKê û piştevaniya milîsên Îranî
Alîgir û medyayên PKKê, li aliyekî bê navber piştevaniya xwe ya ji bo milîsên ser bi Îranê yên li Iraqê didomînin, lê li aliyê din jî bi propagandayên pûç û vala PDKê û Hêzên Pêşmerge reş dikin.

Ev dubendî nîşan dide ku rojeva medyaya PKKê bi giranî li ser xizmeta berjewendiyên hin hêzên herêmî ye, ku dijminatiyan wan bi berjewendiyên Herêma Kurdistanê re heye.

Wekî her car dîsa bûyerên girîng ên ku aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, ji aliyê medyaya PKKê ve bi awayekî berbiçav têne paşguhkirin.

**

‘Herî dawî jî derewa ‘şerê eşîra Hêrkî û PDKê’ bû rojeva wan’

Piştî ku Heşda Şeibî êrîşên xwe yên Kormorê bi alîkariya hin xayînên ji eşîra Herkî yên kirêgirtî, berfireh kirin û tesîsên hilberîna petrolê yên LANAZê kirin armanc, medyaya PKKê taktîkeke nû bi kar anî.

Li şûna ku êrîşên Heşda Şeibî û piştgiriya wan Îranê rexne bike, hewl da bûyeran wekî "şerekî eşîrî" di navbera eşîra Herkî û PDKê de nîşan bide.

Heman derdor pêvajoya aştiyê jî dixin xeterê
Ev derewên han bi berfirehî bi rêya medyaya sosyal hatin belavkirin da ku dezenformasyon çêbibe û dijberiya li hember PDKê bê zêdekirin.

Heman derdoran, bi bêdengiya xwe ya li ser bûyerên hundirîn ên girêdayî YNK/Heşda Şibî û bi kampanyaya xwe ya reşkirinê ya li dijî PDKê, eşkere dikin ku li gorî ajandeyeke aramiya Herêma Kurdistanê têk bide tevdigerin.

Herwiha ev helwestên nû yên PKKê dikarin pêvajoya çareseriyê ya ku bi Tirkiyeyê re dimeşîne jî bidin têkdan.