Kurdistan: Stratejiya ‘Yek Tenduristî’ hate ragihandin

Dîroka Weşanê :
Kurdistan: Stratejiya ‘Yek Tenduristî’ hate ragihandin

PeyamaKurd- Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Dr. Saman Berzencî, îro 2yê Kanûnê di civîneke rojnamevanî de, stratejiya nû ya bi navê "Yek Tendirustî" (One Health) ragihand.

Berzencî, li ser metirsiyên medyaya civakî hişyarî da û tekez kir ku dê pergala firotina dermanan bê guhertin.

Berzencî, behsa çend mijarên sereke kir, di nav de guherîna keşûhewayê, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û belavbûna zanyariyên şaş.

"Yek Tendirustî" çi ye?

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir, ev proje bi hevahengiya Encûmena Wezîran û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) tê cîbicîkirin. Armanca projeyê ew e ku tendirustiya mirov, ajal û jîngehê wekî "yek pakêt" bibîne û biparêze, ji ber ku tendirustiya wan bi hev ve girêdayî ye.

Sîstema nû ya dermanxaneyan

Saman Berzencî diyar kir, di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir de, dê pergaleke nû ji bo dermanxaneyan bikeve warê cibicîkirinê. Li gorî vê sîstemê, dermanên hişbir û yên bandorê li aqil dikin, dê tenê bi "Reçeteya Sor" bên firotin. Ev yek ji bo rêgirtina li bikaranîna nadrust a dermanan e.

Hişyariya li ser ‘Doktorên Facebookê’

Wezîrê Tendirustiyê bi tundî rexne li belavbûna zanyariyên şaş ên di medyaya civakî de girt û got: "Medyaya civakî bûye çavkaniya nehişyariyê û bazirganîkirina bi tendirustiya xelkê." Herwiha bang li welatiyan kir ku baweriyê bi derman û çareseriyên "online" ên bê mohleta fermî nekin.

Serkeftina li dijî Covîdê û metirsiya jîngehê

Di beşeke din a axaftinê de, Berzencî bal kişand ser serkeftina Kabîneya Nehem di birêvebirina qeyrana Koronayê de tevî şerê DAIŞê û qeyrana darayî. Herwiha wî behsa metirsiya "berxwedana dijî mîkroban" kir ku ji ber bikaranîna şaş a antîbiyotîkan çêdibe û wekî "metirsiyeke bêdeng" bi nav kir.

Di dawiyê de hat biryardan ku lîjneya bilind a "One Health" bê rêxistinkirin û nexşerêyek ji bo paşeroja tendirustiya Herêma Kurdistanê bê danîn.