PeyamaKurd – Pizîşkên jinan ji bo heyama ducanîbûnê ku her sê mehên destpêkê xeter in, dibêjin ku divê jinên ducanî gelekî hay ji xwarin û vexwarinên xwe hebin.
Li gorî pizîşkan her sê mehên ewil ên ducaniyan pir krîtîk in û pêwîste ji bo organên bebeka wan bipêş bikevin xurekên wekî findeq û gwîzan bi berdewamî bixwin.
Herwiha pizîşk dibêjin, rojê jineke ducanî 10 findeqan yan jî çend gwîzan bixwe pêwîstiya wê bi vîtamîna omega namîne û ew bi taybet jî xwarina findeqan pêşnîyarî jinan dikin.
Doktor ji bo tenduristiya ducaniyan pêşniyar dikin; sewze, fêkî, berhemên şîr û goşt û bi taybet jî masiyan bixwin daku bebeka wan ji hêla zihnî ve jî bipêş bikeve.