PeyamaKurd – 25ê Îlonê Roja Cîhanî ya Pizîşkên Dermansazan li paytexta Kurdistanê Hewlêrê bi konferansekê hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Tendirurstî yê Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî jî gotarek di wê lutkeyê de pêşkêş kir û bal kişand ser lawazî û nebûna baweriya xelkê bi dezgehên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê û got, “Di plana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku dezgeha kontrolkirina kalîteya xwarin û dermanan bo çavdêrîkirina kalîteya dermanan bê pêkanîn .”
Sazkarê Lûtkeya Dermansazan li Hewlêrê, Enes Hawar ragihand, ev lûtkeya ku di roja cîhanî ya dermansazan de birêve diçe, hewlek e ji bo li hev civandina dermansaz û xwendekarên fakulteyên dermansaziyê yên li Herêma Kurdistanê, daku rola pizîşkên dermansaz û girîngiya pêgeha dermansazan di çareserkirin û dayîna hişyariyên tendirustî bi welatiyan de bê nasandin.
Di konferansa îro de hejmarek panelên taybet û cuda derbarê dermansaziyê de hatin lidarxistin ku gotûbêj li ser mijarên herî girîng ên têkildarî pîşeya pizîşkiya dermansaziyê hat kirin.