PeyamaKurd- Li welatê Rûsyayê li herêma Sîbîryayê li navenda lêkolîna vîrusan de teqîn çêbû û hat gotin ku vîrus ji kontrola navendê derketine. Li gor çapenemiyê ciyê bûyerê bi temamî li herêma Novosibirskiyê li bajarê Koltsovoyê li navenda bi navê “Navenda Lêkolînê ya Vîrolojî û Biyoteknolojî ya Vektor ya dewletî”ye.
Navenda ku behsa wê derbas dibe, ciyê ku vîrusên nexweşînên li seranserê dinayâyê yên ebola, weba û çîçekan lê tên parastinê.Berpirsên Rûsyayê ragihandin ku talûkeyeka jiyanî di mijarê de tine ye.
Sedema teqînê nayê zanîn lê bo lêpirsînê Komîta Lêpirsînê ya Rûsyayê dest bi lêpirsîna xwe kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin