Wê di erebeyan de cixare nê kisandin

Dîroka Weşanê :
Wê di erebeyan de cixare nê kisandin

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan berya here Amerîkayê li balafirgeha Îstenbolê di mijara qedexeya cixarê de beyanekî da. Erdoğan di beyana xwe de weha got:

“Ez niha dinêrin kesên teksiyê dajon, di erebê de cixare dikşînin. Wê bi nivîskî ferman bê dayîn ku ajotvan û kesên li paş rûdinên, dê cixare nekşînin. Em ê li ser vî karê zêde rawestin heya bi temamî li milletê rûnê. Ez hêjî paketan dicivînim. Divê meda di vê mijarê de alîkariya me bike. Çîroka cixara elektronîk heye. Dibêjin zerara wê tine ye. Di wê de jî nîkotîn heye. Di gumrikê de jî arîşe hene. Em ê bo wan bacê zêde deynin û mijarê çareser bikin. Em ê di nargêle de jî têkoşîna xwe bidin. Nargêle ji cixarê bi zerartir e.”