PeyamaKurd- Li ser belavkirina nûçeyekî ku ji aliyê BBC yê beşa Tirkî de hat kirin û tê de dibêje 500 jinên Hollandî li bajarê Tirkiyê, li Îstenbolê emeliyatên estetîk bûne û seqet mane, wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê lêpirsînê da destpêkirin. Jinên Hollandî bi wan emeliyatan ji bedena xwe bez (liposuction) girtine, qorik û singên xwe lihev rast kirine. Kampanya ku ji aliyê 500 jinên Hollandî de hat destpêkirin ya bi navê “em ji aliyê qralê qorikê de seqet man” bû sedema ku wezareta tenduristiyê mufettîşan wezîfedar kir û ketin ser lêpirsîna mijarê.
Wezaret, di beyana xwe de weha got: “Lêpirsîn wê bi hezir bêkirin û eger îhmal an qûsûr di mijarê de hebin, dê di çarçoveya qanûnên Tirkiyê de egera wê çi be, dê bêkirin.”