PeyamaKurd- Di hefteya 16emîn a Bundesligaya Almanyayê de, VfB Stuttgart li deplasmanê bi serkeftineke dîrokî ya 4-1 Bayer Leverkusen têk bir. Lîstikvanê Kurd Denîz Undav, bi lîstika xwe ya bêhempa, gola xwe û du asîstên xwe ve bû stêrka maçê û li BayArenayê tofan li serê Leverkusenê rakir. Bi vê encamê, Stuttgartê ne tenê sê puan girtin, lê di heman demê de piştî 7 salan cara yekem karîbû li hemberî Leverkusenê serkeftinê bi dest bixe û rêzefîlma wan a bêşansiyê bi dawî bike.
Tîma mêvan ji xulekên destpêkê ve kontrola lîstikê girt destê xwe û di nîvê yekem de karê Leverkusenê qedand. Di xuleka 7an de bi asîsta Denîz Undav, Jamie Leweling gol avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş; piştre di xuleka 29an de Mittelstadt bi penaltiyê ferq kir du. Beriya ku nîvê yekem bi dawî bibe, di xuleka 45an de Undav careke din asîst kir û Leweling skor kir 3-0. Tenê du xulek şûn de, di xuleka 45+2yan de vê carê Denîz Undav bi xwe derket ser dikê, gola çaremîn avêt û nîvê yekem bi encameke surprîz a 4-0 bi dawî bû.
Di nîvê duyem de, her çend Leverkusenê bi gola Grimaldo ya ji penaltiyê ferq daxistibe 4-1ê jî, nekarî encamê biguherîne. Tevî ku Jamie Leweling wekî lîstikvanê maçê hate hilbijartin, lê pisporên futbolê bal kişandin ser bandora Denîz Undav a li ser serkeftinê. Bi vê encamê re, Stuttgartê puanên xwe derxistin 29an û di rêza 5an a lîsteyê de cih girt, di heman demê de rahênerê Leverkusenê Kasper Hjulmand jî yekem têkçûna xwe ya li mala xwe tehm kir.