PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî piştgirî da kampanyaya alîgirên Zaxoyê ya ji bo bidestxistina Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê û dengê xwe da wan.
Baregeha Barzanî ragihand ku tevahiya karmendên baregehê deng daye û bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku beşdarî dengdanê bibin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hate gotin: "Serok Mesûd Barzanî û tevahiya karmendên Baregeha Barzanî, ji bo bidestxistina Xelata Alîgirê Herî Baş a FIFAyê bi rêya online dengê xwe da alîgirên Tîma Zaxoyê."
Hate destnîşankirin ku ev cara yekem e di dîroka futbolê ya Asya û Iraqê de tîmek ji bo vê xelata cîhanê dibe namzed.
Tîma Werzişê ya Zaxoyê ji aliyê FIFAyê ve wekî yek ji 3 namzedên dawî ji bo xelata "Alîgirê Herî Baş ê FIFAyê" (FIFA Fan Award) hatiye destnîşankirin û kampanyayeke berfireh ji bo komkirina hatiye destpêkirin.
FIFAyê, alîgirên Zaxoyê ji ber hestiyariya wan a li hemberî zarokên bi nexweşiya penceşêrê wekî namzed destnîşan kiribû.
Di daxuyaniya FIFAyê de hatibû gotin: "Alîgirên Tîma Zaxoyê bi avêtina bûkokan bo nav stadyûmê piştgiriya xwe ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê ne nîşan dane."
Hêjayî gotinê ye, li Bakurê Kurdistanê jî Amedsporê ji bo serketina alîgirên Zaxosporê kampanya daye destpêkirin û bi vekirina standan jî piştevanî bo Zaxoyê tê kirin.