Tîma futbolê ya jinan a Yuksekovayê pistî maça Fenerbahçeyê rastî êrîsê hat

Dîroka Weşanê :
Tîma futbolê ya jinan a Yuksekovayê pistî maça Fenerbahçeyê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya jinan a Yuksekovasporê piştî maça Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcell li dijî Fenerbahçeyê li Kadıkoy a Stenbolê ji aliyê komek alîgirên ku kevir avêtin stadyûmê ve rastî êrîşê hat.

Tîma futbolê ya jinan a Yuksekovasporê, ku maç di deqîqeya 90+11an de bi 1-0 wenda kir, dema ku ji tesîsan derdiketin rastî êrîşê hat.

Li gorî nûçeyek di rojnameya Yuksekova Halkin Sesi de, komek alîgirên Fenerbahçeyê yên ku li derveyî stadyûmê li bendê bûn kevir avêtin otobusa tîmê ku tîma Yuksekovasporê hildigirt. Lîstikvan di dema êrîşê de ketin panîkê.

Polîs gihîştin cihê bûyerê û ji bo ewlehiya herêmê mudaxele kirin.

Hat ragihandin ku di navbera lîstikvanên her du tîman de li ser qadê pevçûn çêbûne.