PeyamaKurd- Lehengê Kurd ê hemwelatiyê Almanyayê Agît Kabayel (Egîd), li hemberî hevrikê xwe yê Polonyayî Damian Knyba serkeftineke mezin bi dest xist û ji rîngê serkeftî derket.
‘Ez ê hêza Kurd nîşanî te bidim’
Kabayel beriya pêşbirkê û piştî wê bi peyamên xwe helwesteke wisa nîşan da ku ji sînorên werzişê derbas bû. Beriya pêşbirkê, di navbera her du boksoran de diyalogeke balkêş çêbû; Knyba ji Kabayel re got ku ew ê hêza kulma boksorekî Polonyayî nîşanî wî bide. Kabayel jî bi tundî bersiv da û got: “Ez ê jî hêza xwe ya Kurd nîşanî te bidim. Em ê di rîngê de bibînin ka kulma Polon an kulma Kurd bi ser dikeve!”
Ev axaftin bû sedem ku hevrikî ne tenê wekî têkoşîneke sporê, lê wekî parastina nasname û rûmetê bê dîtin.
Kabayel gotina xwe bich anî
Agît Kabayel di rîngê de li ser gotina xwe ma û bi performanseke bêhempa reqîbê xwe Knyba di raunda sêyemîn de bi "naqawta teknîkî " têk bir. Bi vê serkeftinê, Kabayel nasnavê xwe yê şampiyoniya sikleta giran a "WBC interim" parast û di riya şampiyoniya cîhanê de gaveke pir krîtîk avêt.
Kabayel ku beriya vê maçê jî qet têk neçûbû, bi vê encamê re rekora xwe ya serkeftinê parast û zora hevrikê xwe yê ciwan bir. Ev serkeftin di qada boksê ya navneteweyî de cihê Agît Kabayel hîn bêtir zexm kir û deriyên maçên mezin ên şampiyoniyê ji bo wî vekir.
👑 Agit Kabayel 👑 🥊🏆
— Agit Kabayel (@Agit_Kabayel) January 10, 2026
KURDISH POWER ❤️☀️💚 #KURDISTAN #AgitKabayel #KurdishPower pic.twitter.com/Ysnlv6TzUl
Di pêşbirkê de coş û piştevaniya Kurdan
Pêşbirka ku li bajarê Dusseldorfê hat lidarxistin, bi coşeke mezin a Kurdan derbas bû. Di salona ku nêzî 3 hezar kes lê amade bûn de, alayên Kurdistanê li her derî li ba bûn û dirûşmên bi Kurdî ji kanalên Almanyayê hatin bihîstin.
Egîd serkeftina xwe diyarî gelê Kurd kir
Agît Kabayel piştî serkeftinê bi alaya Kurdistanê li rîngê geriya û bi qîrîna “Bijî Kurdistan, Free Rojava” serkeftina xwe diyarî gelê Kurd kir. Ev helwesta Kabayel di nav Kurdên dîasporayê û li her çar parçeyên Kurdistanê de bû sedema serbilindiyeke mezin û wekî mînakeke kêmpeyda ya xwedîderketina li nasnameya Kurdî di qada sporê de hat nirxandin.