Werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkane bû şampiyonê Ewropayê yê Jiu-Jitsuyê

Werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkane bû şampiyonê Ewropayê yê Jiu-Jitsuyê

PeyamaKurd – Werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkaneyê ku li Belçîkayê dijî, di Şampiyoniya Jiu-Jitsu ya Ewropayê de ku li Ebû Dabî, paytexta Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎEY), hate lidarxistin, di kategoriya 94 kîloyan de madalyaya zêrîn bi dest xist û pileya yekem qezenc kir.

Gerdkaneyê ku ji Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye, serkeftina pîroz kir. Di merasima madalyayê de, wî Alaya Rengîn bilind kir û bi vê yekê serbilindiya xwe nîşan da.

Werzişvanê Kurd di axaftina xwe de ji bo Kurdistan 24ê serbilindiya xwe ya mezin anî ziman û got: "Ez vê serkeftinê ji malbatên şehîdên Kurd û Kurdistanê re diyarî dikim."

Wî her wiha diyar kir ku madalyaya zêrîn a ku qezenc kiriye ji bo bajarên Kerkûk, Efrîn û Ûrmiyeyê terxan kiriye û gotiye: "Ev bajar Kurd in û dê her tim wekî beşek ji Kurdistanê bimînin."

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.