Banka navendî (TCMB) faîza xwe 500 baz zêde kir û derxist %50an

Banka navendî (TCMB) faîza xwe 500 baz zêde kir û derxist %50an

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Tirkiyê siyaseta xwe ya faîzê 500 baz zêde kir û faîzê derxist %50an. Çawa banka navendî ya Amerîkayê faîza xwe ya bankayê do sabît hiştibû û zêde nekiribû, herkes bende bû ku Tirkiye jî faîza bankayê zêde neke lê wisa nebû.

Bankayê ragihand ku enflasyon zêde bûye û di bazara hundir de seyra berxwedanê dewam dike. Eger di enflasyonê de xerabûneka berbiçav û mayînde bibe wê banka siyaseta xwe bijdîne. Banka weha got:

“Heyeta Siyaseta Pere (PPK) siyaseta faîza xwe ji %45an derxistiye %50an. Di meha Sibatê de anflasyon ji texmîna me zêdetir derketiye. Berhemên serfê û îtxalata zêr hêdî bûye û di nîşaneyên di wexta nêzde nîşan didin ku seyra daxwazên di welat de, bi seyrekî baş dewam dike.

Givaştina di enflasyona xizmetê de, bendeyên enflasyonê, talûkên jeopolitik û zordayîna di bihayên fiyatan de dewam dike û zorê dide eyarê xwe. Ji ber van egeran heyeta me biryarê da ku faîzan zêde bike. PPK kiryarên xwe yên di mijara sitendina tedbîrên herî bilind de dewam dike.”

Heyet, her weha ragihand ji bo bihayên tiştan bikeve rêya îstîqrarê, di dest de çi alav hebin wê bikarbîne.