Banka Navendî ya Tirkiyeyê wê biryara faîzê bide

Banka Navendî ya Tirkiyeyê wê biryara faîzê bide

PeyamaKurd - Komîteya Polîtîkayên Pare (KPP) ya Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) piştî civîna xwe ya îro wê  biryara xwe ya faîzê aşkere bike.

Di civîna ewil a KPPê ya ku meha borî ya bi serokatiya Fatîh Karahan hat lidarxistin de, Banka Navendî piştî 8 mehan yekem carê faîz zêde nekiribû û rêjeya polîtikayê di sedî 45 de hiştibû.

Karahan di civîna xwe ya yekem a ku wek Serokê Banka Navendî ya ku di 8ê Sibatê de rapora enflasyonê pêşkêş kir de destnîşan kir ku ew ê di polîtîkaya pare ya tund de tevbigerin.

Hêviyên meha Adarê ew e ku rêjeyên faîzê wek xwe bimînin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî ragihand ku her çend dîsa cihê nîqaşa zêdekirina rêjeya faîzê heye jî, lê belê di demekê de ku rêjeya fermî ya enflasyonê vedigere ji sedî 70 û Lîreyê Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve ji sedî 9 nirxê xwe wenda kiriye. Reutersê diyar kir ku bazar li bendê ye ku rêjeya faîzê wek xwe bimîne.