Bi biryara Mesrûr Barzanî li Helebceyê Herêma Pîşesaziyê tê avakirin

Bi biryara Mesrûr Barzanî li Helebceyê Herêma Pîşesaziyê tê avakirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi razîbûn û biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Helebceyê projeya herêma pîşesaziyê li ser rûberê 400 donim erd tê avakirin.

Berdevkê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî taybet eşkere kir, di çarçoveya giringîpêdan û pêşxistina kerta pîşesaziyê de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 400 donim erd ji bo çêkirina bajarê pîşesaziyê yê Helebceyê hatiye terxan kirin ku ew herêmeke zêdetirî sê kîlometre û nîvan ji navenda Helebceyê dûr e.

Akreyî got: “Ji bo çêkirina herêma pîşesaziya Helebceyê, veberhêner amade ye û em li benda bdawîhatina rêkarên îdarî ne, paştir jî rasterast dest bi çêkirinê tê kirin”.

Bergeşt Akreyî bibîr xist, dê ew devera pîşesaziyê bandoreke mezin li ser geşepêdana Helebceyê bike û ji bi sedan kesan re jî derfeta kar dabîn bike.

Hate ragihandin ku wê li Herêma Kurdistanê wê 8 heta 12 deverên pîşesazîyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê bên çêkirin, ku piraniya wan erd jî ji wan re hatiye terxankirin.

Hêjayî gotniê ye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 105 projeyên pîşesazî destûrî wergirtiye ku sermayeya wan bi zêdetirî du milyar û 510 milyon dolaran e.