Ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê daxuyaniya hinardeya petrola Kurdistanê

Ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê daxuyaniya hinardeya petrola Kurdistanê

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulxenî Xeyan ragihand ku ew niha hewl didin kêşeya lêçûyînên kompaniyên petrolê çareser bikin da ku di dema herî zû de hinardeya petrolê dest pê bike.

Ebdulxenî diyar kir ku niha Bexda bi kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin re hevdîtinan dike û hewl didin di yasaya budçeya federal de guhertinê bikin.

Wezîrê Petrolê da zanîn ku ger di yasaya budçeyê de guherîn bê kirin, wê hinardeya petrola herêma Kurdistanê dest pê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî beriya niha ragihandibû, wan ji bor çareserkirina pirsgirêkan hişyarî daye kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin û ew dê ji bo hilberîn û hinardeya petrolê wan agahdar bikin.