Mûçeyên Herêma Kurdistanê wê di demeke nêz de bên dabeşkirin

Mûçeyên Herêma Kurdistanê wê di demeke nêz de bên dabeşkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyan dike, mûçeyên meha Sibata 2024an di demeke nêzîk de li mûçexwiran dabeş bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdista Pêşewa Hewramanî ji medya Kurdistanê re ragihandiye, Hikumeta Herêma Kurdistan bi her awayî hewl dide di van demên zêzîk de mûçeyên meha Sibatê yê mûçexwirên Herêma Kurdistanê dabeş bike.

Pêşewa Hewramanî got: “Mûçeyên şehîdên kîmyabaranê hatine birîn, bi rastî nizanim ev çi hizr û zêhniyeteke ku bixwaze mûçeyên şehîdan bibire ye. Ji ber wê yekê jî pereyê ku ji bo mûçeyan hatiye şandin me wernegirtiye.”

Pereyê ku Iraqê kêm şandiye nayê dabeşkirin

Hewremanî herwiha diyar kir, “Encûmena Wezîran bi yekdengî biryar da ku wek helwest ew pereyê ku ji bo mûçeyan hatiye şandin neyê dabeşkirin, ji ber ku Encûmena Wezîran biryar daye ku êdî qebul nake ku mûçeyên karmendên Kurdistanê bi kêmasî bê dayîn.”