Amedsporê li deplasmana Etîmesgutê serkeftina xwe domand: 2-4

Amedsporê li deplasmana Etîmesgutê serkeftina xwe domand: 2-4

PeyamaKurd - Amedspor bi leyztikeke serkeftî ji deplasmana Etîmesgut Belediyesporê vegeriya. Amedsporê leyztikê bi serkeftina 4-2 qezenc kir û yekemîniya xwe ya lîgê domand.

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire.

Tîmên Amedspor û Etîmesgut Belediyesporê îro li parêzgeha Enqereyê hatin pêşberî hev.

Maç li Stadyuma Ataturkê ya Etîmesgut Belediyesporê hat lîstin.

Amedspora careke din bi 3 pûanan lîderiya xwe parast.

Lîstikvanê Etîmesgut Belediyesporê Niyazî Batuhan Salman, xuleka 5an golek avêt û dilê alîgirên xwe xweş kir.

Lê vê kêfxweşiya Etîmesgut Belediyesporê zêde neajot û Amedsporê li pey hev 4 gol avêtin.

Amedsporê xuleka 17an bi gola Çekdar Orhan skor kir wekhev û xulaka 35an jî bi gola Ugur Amed Gezer 2-1 ket pêş.

Xuleka 45an jî lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar goleke din li ser navê tîma xwe avêt.

Nîva yekem a maçê bi skora 3-1 bi dawî bû.

Amedsporê lîstika xwe ya xurt nîva duyem jî berdewam kir û lîstikvanê wê Yilmaz Ceylan xuleka 57an golek avêt.

Xuleka 78an Seçkîn Getbay li ser navê Etîmesgut Belediyesporê golek avêt.

Piştî vê ti gol nehat avêtin û maç bi skora 4-2 bi dawî bû.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 64an û gaveke din jî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Sloganên nijadperstî hatin berzkirin

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Di vê maçê de jî alîgirên Etîmesgut Belediyesporê sloganên nijadperestî berz kirin.