Duhoksporê Amedsporê pîroz kir

Duhoksporê Amedsporê pîroz kir

PeyamaKurd - Amedsporê îro li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Ji ber ve serkeftinê Tîma Werzîşê ya Dihoksporê jî bi boneya şampiyoniyê, Amedspor pîroz kir.

Dihoksporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî: “Şampiyonê Lîga 2yemîn a Tirkiyeyê li Amedsporê pîroz be."

Elî Tatar: hêvîdar im bigihîje Super Lîgê

Ji aliyê din ve Parêzgarê Dihokê Elî Tatar jî li ser hesabê xwe yê Facebookê şampiyoniya Amedspor pîroz kir.

Elî Tatar di peyam xwe de got:

“Serkeftina Amedsporê li serokayetî û yarîzan û hemû piştevanên wê pîroz dikim û hêvîdar im bigihîn Super Lîga Tirkiyeyê.”

Amedspor hema hema şampiyon e

Amedspor îro, li deplasmana Somasporê bi gola Oktay Aydin bi ser ket û di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de lîdertiya xwe qewîm kir.

Maçek maye ku Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi dawî bibe û li gorî îstatîstîkan Amedspor gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye.

Amedspor puanê xwe derxist 80an.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedspor bi 3 puan û 11 gol ferq li pêş Kastamonusporê ye.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedsporê di maça xwe ya dawiyê de têk biçe û Kastamonuspor bi ser bikeve dîsa jî şansê Amedsporê yê şampiyoniyê gelekî zêde ye.

Ji ber ku golên Amedsporê zêdetirîn dê şampiyoniyê bi dest bixe.