4 karkerên bîrê paqijdikirin bi gazê mirin

4 karkerên bîrê paqijdikirin bi gazê mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çêrmûgê (Çermik) 4 karker ketin bîra ku nedihat bikaranîn da paqij bikin. Lê dema jeneratorê xebitandin, ji ber gaza karbonmonoksitê bi jahrê ketin û wefat kirin.

Bûyer ber destê êvarê li gundê Çêrmûkê yê bi navê Petekkaya qewimî. Kesên bi navên Mehmet Karabağ (33), Mehmet Emin Karabağ (35), Hanifi Yeşilyaprak (38) û Kemal Karabağ (17), xwe berdan binê bîra ku texmînî 15 metre kûr bû da paqij bikin lê piştî wextekî pêwendiya bi wan re hat birîn.

Li ser gumanê, mirovekî wan xeberê da şaredariya Çêrmûkê tîmên rizgarkirinê, tenduristiyê, AFAD û cendirmeyan. Tîmên pêwendîdar bi derenca û xalatan xwe berdan binê bîrê û dîtin ku her çar kes ji ber gaza karbonmonoksîta jeneratorê bi jehrê ketine û can dane.

Ji bo derxistina cenazeyan ji bîrê xebat dewam dikin.

Bu Haber 41 defa okunmuştur.