IMF, wê desteka temamî bide aboriya Sûriyê

Dîroka Weşanê :
IMF, wê desteka temamî bide aboriya Sûriyê

PeyamaKurd – Fona Pere ya Navdewletî (IMF) ragihand ku aboriya Sûriyê nîşan dide ku hêdî hêdî xwe dide hev û bo xwurtkirina çarçova darayî wê desteka teknîkî bide Sûriyê.

Heyeta IMFê li Şamê hevdîtinan kir û li ser reformên aborî û firehkirina kapasîtê axifîn.

Hevdîtina li Şamê di navbera 10-13ê mehê de pêkhat. IMF û Şam lihev kirin ku di dewra pêşde dê li ser bernameyekî sext bixebitin û weha gotin:

“Aboriya Sûriyê nîşan dide ku hêdî hêdî xwe dide hev. Tevî rayedar tedbîran distînin jî dikarin bêhtirê wê bikin. Em ê alîkariyê bikin xala 4an ya ku îmtîyaê dide Sûriyê car din pêşiya wê vekin.”

Serokê heyeta IMFê Ron van Rooden di daxwuyaniya xwe de got ku bo kesên serf dikin, bo yên verbehênanê dikin, bi rakirina givaşên ser Sûriyê û dagera koçberan, niha aborî ber bi başiyê de diçe.

Van Rooden got ku niha hevdîtin li ser amadekirina budça sala 2026an de disekine, dixwaze seha malî fireh bike, destekê bide sektoran yên civakî ku karibin pêdiviyên lezgîn amade bikin û budça sala bê rast bê amadekirin.

Rooden got ku îdarekirina malî, başkirina îdara dahatan, temamkirina mijara bacan û xwurtkirina rêvebiriya darayî, li ser deynên berê yên Sûriyê jî pêwiste stratejiyekî bê amadekirin.