Artêşa Sûriyê agirbest bidawî kir: Amadekariya êrîşê li ser taxa Şêx Meqsûd tê kirin

Dîroka Weşanê :
Artêşa Sûriyê agirbest bidawî kir: Amadekariya êrîşê li ser taxa Şêx Meqsûd tê kirin

PeyamaKurd- Tevî ku agirbest hatibû ragihandin jî Artêşa Sûriyê ya bi ser hikûmeta veguhêz a Şamê ve, taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku Kurd lê dijîn û 4 roj in di bin êrîşê de ye, wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihand. Tê çaverêkirin îşev jî bi hinceta hêzên asayîşê êrîşî taxê bikin ku di Peymana 10ê Adarê de ew hêz bi fermî hatibûn qebûlkirin.

Artêşê eşkere kir ku ji saet 06:30ê êvarê ve heta daxuyaniyeke din qedexeya çûnûhatinê ya tam li taxa Şêx Meqsûdê hatiye sepandin.

Herwiha şîret li sivîlên li hundirê taxê hate kirin ku ji bo parastina canê xwe ji penceran dûr bikevin, dakevin qatên jêr ên avahiyan û ji pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dûr bisekinin.

Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi rêya ajansa fermî SANAyê zincîreyek nexşe û wêneyên asmanî belav kirin. Di nexşeyan de hinek herêmên diyarkirî yên li taxa Şêx Meqsûdê bi rengê sor hatine nîşankirin.

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyê de got, "Em bi rêya ekran û platformên kanala Îxbariyeya Sûriyeyê wan cihan belav dikin ku dibin hedef, çimkî rêxistina HSD û rêxistina PKKê ew der kirine baregeh û bingehên leşkerî ji bo êrîşkirina li ser Helebê."

Di wêneyan de, artêşê bi hûrgilî cih diyar kirine û li ser hinek taxan xelekên sor kişandine; di nav wan de herêmên nêzîkî Mizgefta Selahedîn û Kolana Xal d Kurê Welîd hene.

Desteya Operasyonan hişyariyeke tund dide sivîlan û got, "Ji bo parastina canê xwe, pêdivî ye hûn bi lezgînî ji wan herêmên diyarkirî dûr bikevin û wan vala bikin."

Artêşa Sûriyeyê îdia dike ku hêzên wan ketine nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û dest bi "paqijkirinê" kirine.

Li aliyê din, Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku wan êrîşeke komên (Emşat û Hemzat) têk biriye û herêm di bin kontrola wan de ne.

Hêjayî gotinê ye, Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera di pêwendiyeke telefonî ya bi Serok Mesûd Barzanî re teqezî li ser "parastina mafên Kurdan" kiribû.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî ragihand ku hikûmetê ji bo hilweşandina rêkeftinan rêya şer hilbijartiye lê Kurd hîn jî pêbendî Peymana 10ê Adarê ne. Fransa û Amerîka jî daxwaza bicihkirina peymanan û parastina sivîlan dikin.